Di doza kuştina Denîz Poyraz de biryar hat ragihandin

27-12-2022
RÛDAW
Nîşan Deniz Poyraz HDP Îzmîr
A+ A-

Hewêr (Rûdaw) - Dadgehê îro derbarê êrîşkarê ser ofîsa HDPê ya Îzmîrê û kujerê Deniz Poyraz, Onur Gencer de biryara xwe aşkere kir.

Heftemîn rûniştina doza kuştina keça Kurd Denîz Poyraz ku di êrîşa ser avahiya HDPê ya Îzmîrê de hatibû kuştin, îro 27ê Kanûna 2022an li Şeşemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat lidarxistin.

Dadgehê derbarê kujer Onur Gencer de ji ber sûcên cuda birara cezayê muebbet ê giran û herwiha 9 sal cezayê girtîgehê da,

 Li gor biryara dadgehê, ji ber sûcê "kuştina bi qestî ya bi plan" cezayê muebbet ê giran, ji ber sûcê "xisardayîna mal" 4 sal, ji ber "binpêkirina mafê rûniştinê" 2 sal û ji "binpêkirina qanûna bikaranîna çekan" 3 sal cezayê girtîgehê li kujerê Deniz Poyraz, Onur Gencer hatiye birrîn.

Tê nûkirin…

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst