Doza Deniz Poyraz îro birêve diçe

27-12-2022
RÛDAW
Nîşan Doza Denîz Poyraz HDP Mîthat Sancar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heftemîn rûniştina doza qetilkirina keça Kurd Denîz Poyraz ku di êrîşa ser avahiya HDPê yê Îzmîrê de hatibû kuştin, îro 27ê Berfenbara 2022ê li Şeşemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê birêve diçe.

Onur Gencer ê 27 salî 17ê Hezîrana 2021ê demjimêr 11:05 li navçeya Konakê ya Îzmirê, êrişî avahiya HDPê kiribû û Denîz Poyraz kuştibû.

Yekemîn rûniştina doza qetilkirina Deniz Poyraz, di 29ê Berfenbara 2021an de birêve çûbû. Heftemîn rûniştina doza qetilkirina keça Kurd Denîz Poyraz îro 27ê Berfenbara 2022an li Şeşemîn Dadgeha Cezayê Giran a Izmîrê birêve diçe.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar û hinek parlamenter û endamên HDPê ji bo beşdarî dozê bibin, li Îzmîrê ne.

Hevserokê HDPê Mithat Sancar berê destpê kirina dozê axivî û got “Îro dê heftemîn rûniştina doza kuştina Deniz Poyraz birêve biçe û wek rûniştina biryarê tê zanîn. Ji destpêka bûyerê ve ji bo rastiya bûyerê dernekeve holê xebateke sîstematîk tê kirin. Ev kuştin, ne kuştineke ji rêzê ye. Kuştina kesekê ji aliyê kesekî ku nas nake, tenê dikare bi sedemên siyasî bê eşkerekirin. Ji ber ku avahiya ku rêhevala me Deniz Poyraz tê de hat kuştin avahiya bajêr a sêyemîn mezintirîn partiya Tirkiyê ye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst