ALF: Di navbera dengên AKP û CHPê de %3 ferq heye

27-12-2022
RÛDAW
Nîşan Rapirsî ALF Hilbijartinên Tirkiyê Tifaqa Milet Tifaqa Cumhur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Kompanya ALF, AKP partiya yekem e û di navbera rêjeya dengên AKP û CHPê de %3.2 ferq heye.

Kompanya Rapirsiyan ALF, encamên rapirsiya ku di navbera 20-25 Berfenbara 2022ê li 26 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi 2 hezar û 750 kesan re kiribû, eşkere kir.

Li gor rapirsiyê rêjeya dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên opozîsyonê CHP û ÎYÎ Partiyê pêk tê ji rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AKP û MHPê pêk tê %4.1 zêdetir e.

Li gor rapirsiyê rêjeya dengên partiya wiha ne:

AKP: %30.5

CHP: %27.3

ÎYÎ Partî: %14.4

HDP: %9.1

MHP: %7.1

Partiya Pêşerojê: %3

DEVA: %2.3

Partiya Guherîna Tirkiyê: %2.1

Partiya Zafer: %2

Partiya Yeniden Refah: %1

Yên din: %1.2

Eger hilbijartinên pêşwext neyên kirin, dê hilbijartinên giştî û serokkomariyê yên Tirkiyê di meha Hezîrana 2023an de bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst