Soylu dîsa Şaredariya Stenbolê hedef nîşan da

27-12-2021
RÛDAW
Nîşan Suleyman Soylu IBB Şaredariya Stenbolê PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hedef nîşan da û got “Me îxbara ku gelek kesên girêdayî terorê dixebitin wergirt. Ev mijar ne siyasî ye, pirsgirêkeke ewlehiyê ye.” Herwiha Suleyman Soylu îdida kir ku DIAYDER bi ferman serokê PKKê Abdullah Ocan hatiye avakirin û got “Komeleyek heye û komeleyeke ku bi fermana Apo hatiye damezirandin. Me dît ku hinek kes ji vê derê bi refensê ketine IBB”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di derbarê `lêpirsîna taybet` a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) de daxuyaniyek da.

Soylu di daxuyaniya xwe de dibêje “Karê me bi şaredariya kesî re nîne, em têkoşîna terorê dikin. Eger sibe roj êrîşek ji aliyê wan ve bê, ma dê ji me napirsin hûn çi dikin?”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê îdia kir ku di lêpirsîna wan a ku 5-6 meh berê der barê Komeleya Alîkarî û Hevkariya Zanyarên Olî (DÎAYDER) de hatiye kirin de "Di Şaredariya Stenbolê de kesên girêdayê PKKê û yên ji FETOyê hatin îxrackirin ji bo kar wergrtine derket holê."

Soylu amaje bi wê yekê kir ku kesên girêdayî PKKê, kesên têkiliyên wan bi rêxistinên din re hene li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatine wezîfedarkirin in û wiha berdewam kir “Komeleyek heye û komeleyeke ku bi fermana Apo hatiye damezirandin. Me dît ku hinek kes ji vê derê bi refensê ketine Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê”

Çi bûbû?

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, bi hinceta ku kesên pêwendiyên wan bi “rêxistinên terorê” re bo kar hatine wergirtin, derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de duh lêpirsîn dabû destpêkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, li ser hesaba xwe ya sosyal medyayê ragihand, “Ji kesên li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, saziyên ser bi wê û kompanyayên wê dest bi kar kirine, bi hinceta pêwendiya 455 PKK/KCK, 80 DHKP-C, 20 MLKP, 2 MKP û hinek jî FETO û rêxistinên terorê yên din re hene gilî hatine kirin û li ser tiştên hatine tespîtkirin, bi armanca lêpirsîneke bi hûrgilî ji aliyê wezareta me ve lêpirsîn hatiye destpêkirin.”

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herwiha di daxuyaniya xwe de îdia kir, hinek kes ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve bi referansa Komeleya Alîkarî û Hevkariya Zanyarên Olî (DIAYDER) bo kar hatine wergirtin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê got: “Herwiha îdia û tespîtên ku Fermandariya Cendirmeyan a Stenbolê derbarê wergirtina hinek kesan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve bi referansa DIAYDERê tespît kirine û di îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de cî girtine di çarçpveya lêpirsîna taybet de ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst