Bang li kurê Serokwezîrê Tirkiyê kirin û xwestin îfade bide

 

Hewlêr (Rûdaw-DÎHA)- Di doza pêla duyemîn a lêpirsîna nelirêtî, dizî û ruşwetê de, bang li kurê Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, Bîlal Erdogan kirin û xwestin îfadeyê bide.

Piştî pêla yekemîn a nelirêtî û ruşwetê li Stenbolê pêk hat û ji 52 kesên hatin binçavkirin jê 24 kes hatin girtin, pêla duyemîn a lêpirsînê hat destpêkirin.

Di pêla lêpirsîna nelirêtî û diziyê de dozger di çarçoveya lêpirsînê de bang li kurê Serokwezîr Erdogan, Bîlal Erdogan jî kirin.

Hat zanin ku di lêpirsina ku ji aliyê dozgerê komarê Muammer Akkaş de hat destpêkirin, dozger bang li kurê Serokwezîr Erdogan Bilal Erdogan jî kirin.

Muammer Akkaş banga bi dîroka 25.12.2013 a hejmar 2012/656 ji rêveberiya polîsan a Stenbolê re şand û xwest Bîlal Erdogan biçe îfadeyê bide.

Dozger di îdîanameyê de diyar kir ku bi gumana “Li ser berjewendiyê rêxistina sûc avakiriye û endamê rêxistina sûc e” lazim e biçe îfade bide.

Dozger xwest di dîroka ku hatiy xwestin biçe li Dozgeriya Komarê îfadeyê bide.

Dozger diyar kir ku eger neçe îfadeyê nede dê li gorî hejmara ceza ya 5271an a xala 146an dê wî bi zorê bibin dozgeriyê.

Ji 17ê vê mehê de, polîsê Tirkiyê operasiyonên di bin navê gendeliyê de li Tirkiyê dane destpêkirin û gelek karsaz, berpirs û kurên wezîrên di hikûmeta AKPê de girtin.

Li hember vê yekê, Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan gelek berpirsên ewlekarî û polîs ji ser karên wan dûrxistin.

Her ji ber vê dosyeyê, her yek ji wezîrên Navxwe, Aborî û Jîngehê dest ji kar vekişandin.