ÎDIA - 'Wezaretê destûr da hevdîtina bi Ocalan re': DEM Partiyê daxuyanî da

27-11-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokên DEM Partiyê ji bo çûyîna Girava Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dabû.

Hat îdiakirin ku serlêdana çûyîna Girava Îmraliyê ya Hevserokên DEM Partiyê ji aliyê Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ve hatiye qebûlkirin.

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçelî 26ê Çiriya Paşîn di civîna koma partiya xwe ya heftane de bang kir ku divê demildest DEM Partî û Abdullah Ocalan hevdîtinekê bikin.

Bahçelî gotibû, “Partiya Tevgera Neteweperest li pişt her gotineke xwe ye.”

DEM Partî: Ti bersiv negihîştine me

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li ser îdiayê ragihand ku ji bo serdana Hevserokên DEM Partiyê ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ti bersiv negihîştine ber destê wan.

Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê roja sêşemê ji bo ku li Girtîgeha Îmraliyê serdana Abdullah Ocalan bikin serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dabû.

Di beşek ji medyaya Tirkiyeyê de hat îdiakirin ku Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê destûr daye ku Hevserokên DEM Partiyê biçin Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re bicivin.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê piştî wan îdiayan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û ragihand ku Wezaretê li ser serdanê ti bersivên erênî an jî neyînî nedane wan.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê anî ziman:

“Ji aliyê Wezareta Dadê ve li ser serlêdana ku Hevserokên me Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ji bo hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re kiribû, ti bersivên erênî an jî neyînî negihiştine aliyê me.

Em dubare dikin ku ji bo pêkhatina vê hevîdtînê li benda erêkirinê ne û em dê pêşhatên li ser vê mijarê bi raya giştî ya Tirkiyeyê re parve bikin.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç îro piştî civîna koma partiya xwe ragihand ku ew serlêdana Hevserokên DEM Partiyê dinirxînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst