DEM Partiyê ji bo Ocalan serlêdan kiribû: Wezîrê Dadê bersiv da

27-11-2024
RÛDAW
Nîşan Yilmaz Tunç Abdullah Ocalan DEM Partî Devlet Bahçelî Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç derbarê serlêdana DEM Partiyê ya ji bo hevdîtina li gel Abdullah Ocalan de got: "Serlêdan gihiştiye me û em dinirxînin."

DEM Partiyê doh ji bo hevserokên partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari li Girava Îmraliyê li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin serî li Wezareda Dadê ya Tirkiyeyê dabû.

Îro berî destpêkirina Civîna Koma AK Partiyê ya Parlamentoyê rojnamegeran ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç pirsa serlêdana DEM Partiyê kir.

"Daxwazname gihişte wezaretê û tê nirxandin"

Yilmaz Tunç wekî bersiv got, "Daxwazname gihişte wezaretê û tê nirxandin.

Em dinirxînin, em dê di demeke maqûl de bersivê bidin."

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçelî jî 26ê Çiriya Paşîn di civîna koma partiya xwe ya heftane de bang kir ku demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.

"Bila Ocalan û DEM Partî demildest bicivin"

Bahçelî gotibû, "Partiya Tevgera Neteweperest li pişt her gotineke xwe ye.

Di civîna Koma Partiya xwe ya 22yê Çiriya Pêşîn a 2024an de me çi gotibe em li pişt gotinên xwe ne.

Em li bendê ne bêyî ku bê paşxistin di navbera Îmraliyê û Koma DEM Partiyê de hevdîtineke rûbirû were kirin, em banga xwe dubare dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst