Gergerlîoglu: Ez Tirk im bi Kurdî diaxivim lê Kurdek dengê min dibire
Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu ragihand ku dema ku wî xwestiya li parlamentoyê bi Kurdî çend peyvan bibêje Serokwekîlê AK Partiyê Bekîr Bozdag dengê mîkrofona wî girtiye ku bi xwe Kurd e.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu ku bi xwe Tirk e xwest li parlamentoya Tirkiyeyê çend gotin bi Kurdî bike.
Omer Faruk Gergerlîoglu derbarê wergirtina vîzeyê û demokrasiya Tirkiyeyê axivî û di nav axaftina xwe de rexne li danîna qeyûman girt û bi Kurdî got, “Ji qeyûman re na.”
Gergerlîoglu her wiha rexne li demokrasiya Tirkiyeyê û desthilatê girt û got: “Xelk bi zimanê xwe dibêje, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ lê hûn wê qedexe dikin.”
Serokwekîlê Parlamentoyê yê AK Partiyê Bekîr Bozdag di dema gotinên bi Kurdî dengê mîkrofona Gergerlîoglu girt.
Gergerlîoglu nerazîbûn nîşanî wê yekê da û got, “Ez Tirk im û bi Kurdî axivîm, birêz Bekîr Bozdagê ku bi xwe Kurd e dengê min dibire.”