Hewlêr (Rûdaw) - 11 fezlekeyên derbarê rakirina parêzbendiya 6 parlamenterên HEDEPê, 2 parlamenterên ÎYÎ Partiyê û parlamenterekî CHPyê gihîştin Parlamentoya Tirkiyeyê.
Li gorî zanyariyan îro her 11 fezlekeyên derbarê 9 parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (HEDEP), Partiya Gel a Komarî (CHP) û ÎYÎ Partiyê ji Komîsyona Têkel û Dadê ya Destûra Bingehîn a Parlamentoya Tirkiyeyê re hatin şandin.
Parlamenterên derbarê wan fezleke hatine amadekirin ev in:
Parlamenterên HEDEPê: Heval Bozdag, Huseyîn Oglan, Alî Bozan, Kezîban Konukçu, Berdan Ozturk (2 fezleke) û Onur Duşunmez.
Parlamenterên ÎYÎ Partiyê: Turhan Çomez û Umît Ozlale
Parlamenterê CHPyê: Mahîr Polat
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse