Li Muglayê 2 cenaze hatin dîtin: Dibe ku koçber bin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bodrumê ya parêzgeha Muglayê ya Tirkiyeyê, li nav deryayê û peravê du cenaze hatin dîtin.

Li peravên taxa Maziyê ya navçeya Bodrumê, welatiyan cenazeyek dît.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, cenaze yê xortekî ye û ti nasnameyek li ser nebûye.

Li heman navçeyê, tîmên parastina peravan li nav deryayê cenazeyekî din ê zilamekî dît.

Tê gotin dibe ku her du cenazeyên hatine dîtin yên koçberan bin û dema wan xwestiye ji Tirkiyeyê derbasî welatên Ewropayê bibin xeniqîbin.

Her du cenaze şandin morga Saziya Bijîşkiya Dadî ya Muglayê.