Ciwanekî Amedî li Stenbolê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Fatîh a Stenbolê guleya ku ji çeka gumanbarên ku tê îdiakirin li ser cadeyê şer dikirin li serê Kendal Yildiz ê 16 salî yê ku ji kar derketibû û diçû cem pismamên xwe ket. Kendal Yildiz ê ku birine nexweşxaneyê tevî hemû mudaxeleyan canê xwe ji dest da.

Bûyer roja Şemiyê 19ê Mijdara 2022an di demjimêr 02:50an de li Taxa Îskender Paşa ya Fatîhê qewimî.

Kendal Yildiz ê 16 salî ku ji Amedê ji bo xebatê çûbû Stenbolê, li kebabfiroşekî dest bi kar kiribû.

Xwediyê kebabfiroş dema dît ku Kendal westiyaye, jê re gotiye demjimêrekê zû ji kar derkeve û here malê.

Yildiz ê ku ji kar derket diçû cem pismamên xwe yên li kolana Simitçi Şakir dixebitîn.

Dema Yildiz hat kolanê 2 kesên bi motorsîkletê ber bi kuçeyê ve dest bi gulebaranê kirin. Guleyek li serê Kendal Yildiz ket. Yildiz dema di nava xwînê de li erdê ma, gumanbar ji cihê bûyerê reviyan.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê. Piştî dermankirina destpêkê ya li cihê bûyerê, birîndar birin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zankoya Bezmialemê.

Kendal Yildiz tevî hemû mudaxeleyên li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya DHAyê, tîmên polîsên ku li cihê bûyerê lêkolîn dan destpêkirin, dîmenên kamerayên ewlehiyê yên derdorê şopandin û îfadeyên şahidan girtin. Polîsan, gumanbarên bi motorsîklet B.G. û Y.E. tespît kirin. Di encama lêkolînan de Y.E. hat desteserkirin. Çeka ku di bûyerê de hatibû bikaranîn di avahiyeke xirabe de hat dîtin, polîs li B.G.yê ku gule reşandiye digerin.