Şeş partiyên opozîsyonê dê metna Guhertina Destûra Bingehîn ragihînin

27-11-2022
RÛDAW
Nîşan Destûra Bingehîn Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şeş partiyên Opozisyona Tirkiyê dê 28ê Mijdara 2022an metna xwe ya Guhertina Destûra Bingehîn ragihînin.

Şeş partiyên opozisyona Tirkiyê dê pêşniyara Guhertina Destûra Bingehîn a Sîstema Parlamenteriya Bihêz roja Dûşemê li Enqere piştî civîna xwe ragihînin.

Civîna nasandina pêşniyara Guhertina Destûra Bingehîn a Sîstema Parlamenteriya Bihêz bi beşdariya Serokê CHPê Kemal Kılıçdaroglu, Seroka IYI Partiyê Meral Akşener, Serokê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya DEVA Ali Babacan û Serokê Partiya Demokrat Gultekin Uysal di 28ê Mijdarê de li Enqere tê kirin.

Metna Sîstema Parlamenteriya Bihêz a hevbeş dê di 28ê Mijdara 2022an de li Bilkent Hotel piştî civînê were eşkerekirin. Civîn di 10:30 xulekan de dest pê dike.

Parlamenter û rêveberên van şeş partiyan bi belavkirina dîmenekî li ser medyaya civakî bi sergotara “Niha Dema Demokrasiyê ye” ev yek ragihandin.

Serokê van şeş partiyên opozîsyonê civîna xwe ya herî dawî di 14ê Mijdarê de kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst