MÎTÎNGA MAFÊ JIYANÊ - Dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêkan heye

13 demjimêr berê
Omer Sonmez
Nîşan Ozgur Ozel Mitîng Stenbol Pirsa Kurd
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Serokê CHPyê Ozgur Ozel amaje bi yekê kir ku li Tirkiyeyê pirsa Kurd heye û got, “Dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêkan heye”

Li Tirkiyeyê partiya mixalefeta sereke CHPyê, piştî êrişa li dijî TUSAŞê li bajarê Stenbolê “Mîtînga Mafê Jiyanê” li dar xist.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel, di mitîngê de behsa pirsa Kurd kir û daxuyaniyên xwe yên li bajarê Amedê dubare kirin.

Serokê CHPê da zanîn ku divê pirsgirêka Kurd di bin banê parlamentoyê de bi lihevkirina civakî bê çareserkirin.

Her wiha Ozel bangî Erdogan kir ku ew rasterast li ser pêvajoya nû biaxive.

Di mitîngê de beşekî alîgirên CHPê piştgirî da çareseriya pirsa Kurd lê beşekî ji wan jî îdia kir ku li Tirkiyeyê pirsa Kurd nîne.

Her wiha beşekî ji wan jî got ku Erdogan û Bahçelî ji bo destûra nû pêvajoyeke wiha daye destpêkirin.

“Dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêkan heye”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel got:

“Li vî welatî heta Kurd bibêjin ‘pirsgirêk heye’ pirsgirêkên Kurdan hene. Dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêkan heye.

Divê polîtîkayên qeyûmê bi dawî were û rêya siyaseta demokratîk vebe.

Heta niha berdevkê vê pêvajoyê Bahçelî bû, hîn jî Erdogan wêrekî nekiriye û neaxiviye. Lazim e Erdogan derkeve û daxuyaniyê bide vî gelî.”

Mitînga CHPê ya “Mafê Jiyanê Li Dijî Teror û Tundiyê” di bin tedbîrên berfireh ên ewlehiyê de hat lidarxistin û bi hezaran endam û alîgirên CHPyê bi alaya Tirkiyeyê, afîş û pankartan beşdar bûn.

Alîgirekî CHPyê Adnan Ozguleç jî got:

“Ji bo pirsgirêka Kurd, divê serokên partiyan werin ba hev û li hev bikin. Li herêma Kurdî divê bi pêşengên Kurdan re bicivin û bigihîjin lihevkirineke civakî.”

Endamê Rêxistina CHPyê ya Başakşehîrê Mehmetcan Doganay jî got:

“Yanî vegerîna pêvajoya çareseriyê nayê wê wateyê ku tişt dê çareser bibin.

Helwesta me jixwe diyar e. Em bawer dikin ku gelên Kurd û Tirk bira ne.”

Beşekî alîgirên CHPê piştgirî didin çareseriya pirsa Kurd lê beşekî ji wan jî ku xwe wekî “netewperwer” pênase dikin îdia dikin ku pirsa Kurd nîne.

Beşekî ji wan jî didin zanîn ku Erdogan û Bahçelî ji bo destûra nû pêvajoyeke wiha dane destpêkirin.

“Bila pirsa Kurd li parlamentoya safî bibe”

Berpirsê Komîsyona Baweriyan a Şaredariya Beyogluyê Serdar Seyîthan Altin got:

“Em jî dibêjin bila meseleya Kurd li Parlamentoyê safî bibe. Bila tî însanê me nemir e, neyê kuştin.

Ne bila birayên me yên Tirk, ne jî Kurd. Ferq nîne. Bila însan neyê kuştin. Em dixwazin bila hizûr û demokrasiyeke heqîqî heb.”

Alîgira CHPyê Songulî jî wiha got:

“Mafên Kurdan hemû hene. Kêmasiyên wan tune ne. Çi dixwazin? Zimanê fermî yek e. Her welatek zimanekî fermî heye. Zimanê me jî Tirkî ye.”

Her wiha di mitînga CHPyê de, kuştin û tundiya li dijî jinan, cînayeta zarokan, çeteya Yenîdogananê û tundiya li hemberî ajelan hat şermezarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst