Li Edeneyê erdhejeke bihêz çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kozanê ya parêzgeha Edeneyê bi hêza 5 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Kozanê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 20:07an çêbûye û hêza wê 5 pile bûye.

Li gorî tesbîtên AFADê kûrahiya erdhejê 20,13 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.