Li Çanakkaleyê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Ayvacikê ya Çanakkaleyê erdhejeke bi hêza 4,5 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro navçeya Ayvacikê ya Çanakkaleyê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 17:56an çêbûye û hêza wê 4,3 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 9,02 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.