Li Stenbol û Enqereyê qeza: 6 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê otomobîlekê li stûna kêleka rê da, 4 kes mirin û kesek jî birîndar bû.

Li navçeya Mamakê ya Enqereyê bi şev şofêrê otomobîlekê kontrola xwe winda kir.

Otomobîl bi lezeke zêde li stûna tabelaya li kêleka rê qelibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku 4 kesên di nava otomobîlê de di cih de mirine û kesek jî birîndar bûye.

Tîman kesê birîndar bir nexweşxaneyê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li Stenbolê 2 kes mirin

Li navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê jî li ser rêya ber bi Enqereyê ve motorsîkletek wergeriya û 2 kesên li ser motorsîkletê mirin.

Tîmên ku çûn cihê bûyerê cenaze birin morga nexweşxaneyê.