Celal Adanê MHPyî çêr kiribûn: HEDEPê bersiveke tund dayê

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HEDEPê Sirri Sakik di axaftina xwe ya li parlementoyê de bal kişand li ser komkujiyên ku di sedsala Komarê de qewimîne û gotibû, “Em dikarin bi hevre komareke nû ava bikin.”

Wekîlê Parlamentoya Tirkiyeyê Celal Adanê MHPyî piştî axaftina Sirri Sakik çêrî Sirri Sakik kiribû.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) yê Agiriyê Sirrî Sakik li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê axivî.

Sirrî Sakik di axaftina xwe gotinên Erdogan bibîrxist û got:

“Birêz Erdogan di civîna komê de çi dibêje, divê rêvebirên MHP û CHPyê biçin li rûniştin û protokolên veşartî yên meclîsê binêrin, ew dê li wir Kurdan, Kurdistanê, Çerkezan û Lazistanê bibînin.’

Ma Mustafa Kemal parçeker e? Dema Mustafa Kemal bangî parlementerên Kurd dikir, digot, ‘Parlementerên Kurdistanê’. Belê rast digot. Em jî îmzeya xwe li bin gotina wî didin.”

Serokê Parlementoyê Celal Adan bi van gotinan bersiva Sirri Sakik da:

“Ez naxwazim bikevim di nav polemîkê. Dema Komara Tirkiyeyê ava bû, kesên gule li yekitî, hevkgirtin, biratî û dilovaniya miletê me reşandin, herwiha dema leşler û polîsên me, welatiyên sivîl ên Rojhilat û Başûrê Rojhilat şehîd kirin û tevî van yekan eger ku yek hatiba bigota ‘PKK dê leşkerên Tirk bi tûka xwe bixeniqîne’ ew bi saxî ji vir dernediketin.”

Li ser van axaftinan Sirri Sakik got, “We axaftinên min bir bi PKKyê ve girêda. Ev ti sudê nade kesî.”

Piştî gûftiguyê Wekîlê Serokê Parlementoyê Celal Adan ji bo axaftina xwe bike parlementerekî din vexwend ser kursî. Di vê navberê de Celal Adan mîkrafona xwe vekirî ji bîr kir û got “Pez...an ya”

“Divê Celal Adan îstifa bike”

Wekîlê Serokê Komê HEDEPê Saruhan Oluç bertek nîşanî dijûna Celal Adan da û got:

“Dijûna ku li dijî hevalê me hatiye kirin nayê qebûlkirin. Alîkarê serokê parlamentoyê ku her tim bangî parlementerên xwe dike ku zimanekî pak bi kar bînin.

Her tim jî behsa exlaqê siyasî dike lê rewşa ku niha tê de mînak e.

Partiya me bi milyonan deng stendiye, ev heqaret li welatiyan jî hate kirin.

Em bangî birêz Serokê Parlamentoyê dikin ku di vî warî de çi pêwîst be bike.

Birêz (Numan) Kurtulmuş; Ev helwesta kesekî ku nûnerê we ye nayê qebûlkirin. Em pir meraq dikin hûn dê di vê mijarê de helwesteke çawa wergirin.

Em heqaretê li kesî nakin û em dê nekin jî lê em rê nadin ku qet li me heqaret bê kirin.

Serokê Parlementoyê xwe wekî xwediyê vî welatî dibîne lê em di bîra we bînin em jî bi qasî we xwediyê vê axê ne.

Divê Wekîlê Serokê Parlementoyê Celal Adan îstifa bike.”