Li Edîrneyê 857 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edirneyê ya Tirkiyeyê, di nava hefteyekê de 857 koçber hatin desteserkirin.

Tevên wan koçberan dixwest herin Ewropayê.

Li Tirkiyeyê di demên dawiyê de zextên li ser koçberan zêde bûne.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yûnanistanê û li nav Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Edîrneyê jî li navenda bajêr û navçeyan kontrol û operasyonên li bermaberî koçberan zêde kirine.

Li tevahiya parêzgehê di hefteya dawî de 857 koçberên ku dixwest biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

857 koçber piştî karên yasayî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Edirneyê hatin kirin.

Di operasyonan de bi hinceta qaçaxçitî û bazirganiya mirovan 26 welatiyê Tirkiyeyê jî hatin desteserkirin.

Herwiha hêzên ewlehiyê dest danî 22 otomobîlan ku ji bo veguhastina koçberan dihatin bikaranîn.