Biryara azadkirina Aysel Tugluk hat dayîn

27-10-2022
RÛDAW
Nîşan Aysel Tugluk Biryara Berdanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Saziya Pizîşkiya Dadî ya Tirkiyê 26ê Cotmeha 2022an biryara “nikare di girtîgehê de bimîne” da îro Pêncşemê Dadgeha înfazê ya Tirkiyê biryara berdana Hevseroka berê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û parlamentera berê ya HDPê Aysel Tugluk da.

Peyamnêrê Rûdawê îro Pêcnşemê 27ê Cotmeha 2022an ragihand ku dadgehê biryara azadkirina siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ku yek ji girtiyên nexweş bû daye û karûbarên azadkirina wê berdewam dikin.

Hevseroka Berê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP), parlamentera berê ya HDPê û siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ji sala 2016an ve di Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê de girtî ye û nexweşa demansê  (jibîrçûnê) ye.

Serokê Saziya Pizîşkiya Dadî ya Tirkiyê roja Çarşembê 26ê Cotmeha 2022ê di raporeke xwe de ragihand ku Aysel Tugluk êdî nikare di girtîgehê de bimîne.

Piştî vê biryarê dihat çaverêkirin ku Tugluk bê berdan.

Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk îro 27ê Cotmeha 2022ê ji bajarê Koacaelî ragihand ku dadgehê biryara azadkirina Aysel Tugluk daye.

Her wiha got hîn biryar neketiye merîyetê lê karûbarên azadkirina Aysel Tugluk berdewam dikin.

Ji bo azadkirina Tugluk heta niha çendîn kampanya hatine kirin û hejmarek baroyên Bakurê Kurdistanê jî bang li aliyên peywendîdar kirine ku Aysel Tugluk nikare bi tena serê xwe jiyana xwe berdewam bike, lewra divê bê azadkirin lê her car ev daxwaz dihat redkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst