Rapora Aysel Tugluk gihişte îdareya girtîgehê

27-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rapora Saziya Pizîşkiya Dadî ya Tirkiyê ku têde tê gotin siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ku ji sala 2016an ve hatiye girtin û nexweşiya demansê (jibîrçûnê) pêre heye “nikare di girtîgehê de bimîne” gihişte destê îdareya girtîgehê. Lewra tê çaverêkirin ku Tugluk bê berdan.

Piştî ku roja 26ê Cotmeha 2022ê Saziya Pizişkiya Dadî ya Tirkiyê ew rapor da Aysel Tugluk, li ser agahiya ku piştî vê raporê dê were berdan, ji şevê din ve parêzerên wê, parlementerên HDPê û gelek siyasetmedar û alîgirên HDPê li ber Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê li benda berdana wê ne.

Parêzerê Tugluk ragihand ku rapora dibêje Tugluk “nikare di girtîgehê de bimîne” demjimêr 11:00 gihiştiye îdareya girtîgehê. Herwiha dibêje, eger Dozgerê Înfazê belgeyeke nivîskî ji girtîgehê re bişîne dikare êdî were berdan.

Hevseroka Berê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP), parlamentera berê ya HDPê û siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ji sala 2016an ve di Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê de girtî ye û nexweşa demansê (jibîrçûnê) ye.  Parêzeran heta niha çendîn car ji bo azadkirina wê serî li Saziya Pizîşkiya Dadî ya Tirkiyê dabûn daku di rapora xwe de biryarê bide ku Tugluk ji ber nexweşiya xwe nikare di girtîgehê de bimîne, lê saziya navborî her car ev daxwaza wan red dikir.

Ji bo azadkirina Tugluk heta niha çendîn kampanya hatine kirin û hejmarek baroyên Bakurê Kurdistanê jî bang li aliyên peywendîdar kirine ku Aysel Tugluk nikare bi tena serê xwe jiyana xwe berdewam bike, lewra divê bê azadkirin. Lê her car ev daxwaz dihat red kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst