Bartin: Li ser teqîna kana komirê biryara desteserkirina 25 kesan hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bartinê yê Tirkiyê derbarê teqîna kana komir a li navçeya Amasrayê de ku bibû sedema canjidestdana 41 karkeran, biryara  destserkirina 25 kesan hat dayîn.

14ê Cotmeha 2022ê li navçeya Amasra ya Bartinê di encama, teqîneke li kana komir a girêdayî Saziya Komir a Tirkiyê de 41 karkeran cane xwe ji dest dabûn û 11 kes jî birîndar bibûn.

Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarî ya Amasrayê derbarê wê teqînê de lêkolîn dabû destpêkirin û 6 dozger, 4 mufetîş û 2 pisporên ewlehiya kar karûbarên lêkolînan dimeşandin.

Serdozgeriya navborî îro 27ê Cotmeha 2022ê ragihand ku li ser wê teqînê, derbarê 25 kesan de biryara destserkirinê hatiye  dayîn  û karûbarên destserkirina wan berdewam in.

Serdozgeriya Komarî ya Amasrayê derbarê vê biryarê de daxuyaniyek belav kiriye û dibêje, “Di çarçoveya lêkolîna  teqîna 14ê Cotmeha 2022ê ya  di demjimêr 18.15êli  karegeha kanzayan a girêdayî Saziya Komir a Tirkiyê ya    li navçeya Amasra ya Bartinê de, ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya  Amasrayê ve destpêkirin, biryara 25 gumanbaran hatiye dayîn. Di çarçoveya fermana  Serdozgeriya Komarî ya Amasrayê de, karûbarên destserkirinê ji aliyê Rêveberiya Ewlekariya Amasrayê ve berdewam dikin.”