Aysel Tugluk hat azadkirin

27-10-2022
RÛDAW
Nîşan Aysel Tugluk Azadkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Saziya Pizîşkiya Dadî ya Tirkiyê roja 26ê Cotmeha 2022an biryara “nikare di girtîgehê de bimîne” da, îro Pêncşemê  bi birayara Dadgeha înfazê ya Tirkiyê Hevseroka berê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û parlamentera berê ya HDPê Aysel Tugluk hat azadkirin.

Peyamnêrê Rûdawê îro Pêncşemê 27ê Cotmeha 2022an ragihand ku dadgehê biryara azadkirina siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ku yek ji girtiyên nexweş bû daye û  piştî temambûna yasayî Aysel Tugluk hatiye azadkirin.

Hevseroka Berê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP), parlamentera berê ya HDPê û siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ji sala 2016an ve di Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê de girtîbû û nexweşa demansê  (jibîrçûnê) bû.

Serokê Saziya Pizîşkiya Dadî ya Tirkiyê roja Çarşembê 26ê Cotmeha 2022ê di raporeke xwe de ragihand ku Aysel Tugluk êdî nikare di girtîgehê de bimîne.

Piştî vê biryarê dihat çaverêkirin ku Tugluk bê berdan.

Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk îro 27ê Cotmeha 2022an ji bajarê Koacaelî ragihand ku Dadgeha înfazê ya Tirkiyê biryara azadkirina Aysel Tugluk daye û piştî temambûna karûbarên yasayî Aysel Tugluk hate azadkirin.

Ji bo azadkirina Tugluk heta niha çendîn kampanya hatine kirin û hejmarek baroyên Bakurê Kurdistanê jî bang li aliyên peywendîdar kirine ku Aysel Tugluk nikare bi tena serê xwe jiyana xwe berdewam bike, lewra divê bê azadkirin lê her car ev daxwaz dihat redkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst