Dadgehê piştî berdewambûna 10 rojan a dadgehê û axaftinên kesên tên darizandin dadgeh paşxist.
Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina pêncemîn a Doza Kobanî birêve çû û rûniştina bê ya wê dozê bo 8-19yê Mijdarê hat paşxistin.
Rûniştina pêncemîn a Doza Kobanî ku 21 jê girtî 108 siyasetmedarên ji siyaseta Kurd tên darizandin 18ê Cotmehê li 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê destpê kir û îro 27ê Cotmehê bi dawî hat.
Hinek kesên girtî û negirtî dihatin darizandin li hola dadgehê amade bûn û hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş û hinek girtiyên din bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBIS) beşdarî dozê bûn.
Selahattin Demirtaş got, “Hêz û desthilata dadgeha we nîne ku biryareke hiqûqî bide. Hefteya pêş siyasetmedarên welêt birêve dibin encama vê dozê li kursiyên siyasetê eşkere kirin. Serokkomarê welêt, hem biryar û hem jî hikum eşkere kir. Hevpeymanê wî yê biçûk jî hinekî din pêş de çû û bi gotina `Bila Dadgeha Destûrê bê girtin` bi awayekî vekirî destwerdana hiqûqê kir.”
Parêzerên parlamentera berê Aysel Tugluk jî, ji ber rewşa wê ya tendirustiyê xirab e daxwaza berdana wê kirin.
Dadgehê piştî berdewambûna 10 rojan a dadgehê û axaftinên kesên tên darizandin dadgeh paşxist.
Dadgehê biryar da, 21 kes girtî bimînin û ji bo bê tespîtkirin dikare di girtîgehê de bijî an nikare bijî derbarê Aysel Tugluk de rapora tendirustiyê bê amadekirin. Dadgeh bo 8-19ê Mijdarê hat paşxistin.
Bûyerên Kobanî
Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke însanî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.
Li gor raporta Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê yên wê demê zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.
Biryara DMME
Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê roja 22ê Kanûna 2020an derbarê dosyeya hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş de biryara xwe aşkere kiribû û ragihandibû ku divê Demirtaş demildest were berdan.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di biryara xwe de ragihandibû,“Demîrtaş li derveyî yasayê hatiye girtin.Herdu dadweran Demîrtaş li derveyî yasayê hukim kiriye.Ti belge nîne tawanbarbûna Demîrtaş tekez bike.”
Lêbelê 7emîn Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Enqerê bi hinceta ku wergera biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bo Tirkiyê nehatiye pêşkêşkirin, daxwaza azadkirina Demîrtaş red kiribû.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû, Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê biryar li ser bingeheke rast nedaye û wek “binpêkirin” binav kiribû û rexne li CHPê jî girtibûn bi sedema ku “alîgiriya Demîrtaş” dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse