MAK: AKPê nîvê dengderên xwe ji dest dane

27-10-2021
Nîşan Tirkiye Rapirsiya MAK Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiyekê ku li Tirkiyê hatiye kirin, AK Partiyê nîvê dengderên xwe ji dest dane. Kompanyaya MAK a Şêwirmendiyê, rapirsiya xwe ya dawî ya meha Cotmeha 2021ê belav kir.

Li gor encamên rapirsiyê Rêveberê Kompanyaya MAKê Mehmet Ali Kulat li ser torên civakî belav kiriye, %56ê wan dengderên carekê yan zêdetir ji carekê di hilbijartinan de dengê xwe dane AKPê dibêjin, êdî qet deng nadin AKPê.

Ji sedî 74ê beşdarên rapirsiyê ew dengder in ku ji dema AKP hatiye damezrandin û heta niha bi kêmanî carekê dengê xwe dane AKPê.

Dubare dengê xwe didî AKPê?

Qet deng nadim AKPê %56

Bêbiryar %8

Li gor te baş e hilbijartina pêşwext bê kirin?

Dixwazim hilbijartina pêşwext bê kirin %42

Naxwazim hilbijartina pêşwext bê kirin %43

Tu deng didî wê partiyê ku di hilbijartina dawî ya 24ê Hezîranê de dengî xwe dayê?

Deng didim partiyeke din %41

Deng didim heman partiyê %42

Bêbiryar %17

Eger Erdogan bibe berbijêr?

Misoger deng nadim Erdogan %42

Misoger deng didim Erdogan %37

Bêbiryar %9

Sedem çiye deng nadî AKPê?

Ji AKPê aciz bûme %49

Ji AKPê nîgeran im %11

Girîngtirîn pirsgirêka welat çiye?

Aborî %54

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst