Destpêşxeriya Parêzerên Girtî: 4 hezar dadwer ji kar hatine dûrxistin

27-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî hewla darbeya 15ê Tîrmeha 2016ê, Komîteya  Dozger û Dadweran nêzîkî 4 hezar dozger û dadwer ji kar dûr xistine û bo 450 parêzeran jî 2 hezar û 786 sal cezayê girtîgehê hatiye dayîn.

Destpêşxeriya Parêzerên Girtî bi boneya Roja Parêzeran ya Ewropayê raportek amade kir û derbarê desteserkirin û girtinan de daxuyaniyek belav kir.

Destpêşxeriya Parêzerên Girtî dibêje li Tirkiye kampaniyeke girtinê ku parêzeran armanc dike heye.

Li gor raportê li 77 parêzgehan di çarçoveya lêpirsînên cezayê ku  ji aliyê Serdozgerên Komarî bi sedemên sîyasî tên birêvebirin, parêzer bi tawanên bêbingeh hatin binçavkirin û girtin.

Heta îro  zêdetirî 1600 parêzer hatine desteserkirin û 615 parêzer jî girtî hatine darizandin.

Herwiha di raportê de tê gotin ku bo 450 parêzeran  ji sûcên “endamtiya rêxistina çekdar ya terorê” an jî ji “propagandeya terorêkirinê” bi giştî 2 hezar û 786 sal cezayê girtîgehê hatiye dayîn. Parêzerên hatine girtin çend ji wan rastî îşkencê û kiryarên xirab hatine.

Ji parêzerên ku hatine desteserkirin an jî hatine girtin 15 ji wan serokên baroyan e an jî serokên berê yê baroyan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst