Li Stenbolê bi tohmeta endamtiya DAIŞê 12 kes hatin desteserkirin

27-09-2023
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Stenbol Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê, bi tohmeta endamtiya DAIŞê 12 kes hatin desteserkirin.

Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê, li 7 navçeyan ji bo desteserkirina 12 endamên DAIŞê dest bi operasyonê kir.

Hat ragihand ku peywendiya wan 12 endamên DAIŞê bi herêmên şer hebûye.

Di operasyonê de polîsan bi ser 14 navnîşanan de girt û 12 kes desteser kirin.

Kesên hatin desteserkirin ji bo karên îfadewergirtinê veguhestin Rêveberiya Ewelehiyê ya Stenbolê.

Di çarçoveya operasyonan de xebatên ji bo girtina 2 gumanbaran jî berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst