Li Tekirdagê 122 koçber û 14 qaçaxçî hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Saray û Ergeneyê yên parêzgeha Tekirdagê ya Tirkiyeyê, 122 koçberên ku dixwest biçin Ewropayê û 14 qaçaxçî hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawî de zextên li ser koçberan zêde bûne û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yunanistan û Bulgaristanê kontrolên xwe zêde kirine.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Tekirdagê, di çarçoveya xebatên rêgirîkirina qaçaxçitiya mirovan de li navçeyên Saray û Ergeneyê operasyon kirin.

Di operasyonan de 122 koçberên ku dixwest bi qaçaxî biçin welatên Ewropayê hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê koçber piştî karên fermî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Tekirdagê kirin.

Li aliyê din, di operasyonan de 14 kes jî bi hinceta “qaçaxçitiya koçberan” hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê 14 kes piştî karên îfadewergirtinê birin dadgehê.

Dadgehê derbarê 9 kesan de biryara girtinê da û 5 kes bi şertên kontrola dadî berdan.