Li Mêrsînê bi hinceta propagandaya PKKyê 12 kes hatin desteserkirin

27-09-2023
Nîşan Mêrsîn PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê, bi hinceta “propgandaya PKKyê” 12 kes hatin desteserkirin.

Li gorî medyaya fermî ya Tirkiyeyê, tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Mêrsînê bi armanca desteserkirina 12 kesên sibehê zû dest bi operasyonê kir.

Hat angaştkirin ku van 12 kesan bi rêya medyaya civakî “propagandaya PKKyê” kiriye.

Di operasyonê de N.G, M.E.Ç, F.D, M.S, Î.K, M.Î, B.T, N.K, F.G, Y.A, S.Ç. û F.M. hatin desteserkirin.

Ev 12 kes ji bo karên îfadewergirtinê birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Mêrsînê.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst