Rapora Rewşa Awarte: %91,2 kesên ji kar hatine dûrxistin naxwazin li Tirkiyê bijîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora Platforma Dadê ya Ji Bo Mexdûran, ji %91.2ê kesên ku di dema Rewşa Awarte de ji kar hatine dûrxistin naxwazin li Tirkiyê bijîn.

“Rapora Lêkolîna Zerarên Civakî ya Rewşa Awarte di salên 4.5.6an de” ku ji aliyê Platforma Dadê ya Ji Bo Mexdûran ve hatibû amadekirin li Parlamentoya Tirkiyê ji aliyê Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu û akademîsyen Bayram Erzurumluoglu ve hat eşkerekirin.

Di çarçoveya amadekirina raporê de bi 25 hezar kesên ku ji kar hatine dûrxistin û 5 hezar kesên kesûkarên wan bi giştî ligel 30 hezar kesan hevdîtin hatiye kirin.

Li gor raporê piraniya kesên ji kar hatine dûrxistin “Muhafazakar û Demokrat” in. Di raporê de hatiye destnîşan kirin ku dahata ji %96,3an li gor berî ji kar bên dûrxistin kêm bûye û %83,6 nikarin debara xwe bikin.

Di raporê de hatiye nivîsandin ku %44.5ê kesên ji kar hatine dûrxistin, neçar mane milkên xwe bifroşin û %32,5ê ji kar hatine avêtin niha bêkar in. Ji %61,5 piştî ji kar hatin dûrxistin neçar mane ji mal, tax an bajarê ku lê dijiyan koç bikin. Ji 74,6ê kesûkarên kesên ji kar hatine avêtin gotine, ji ber rewşê pêwîstiya wan bi piştgiriya derûnî heye.

Herwiha li gor raporê ji %91,2ê kesên ku ji kar hatine dûrxistin eger derfeta wan çê bibe, dixwazin biçin welatekî din û li wê derê jiyana xwe berdewam bikin.

Omer Faruk Gergerlioglu derbarê raporê de got: “Ji dûrxistina kar li dijî destûrê bû û bû sedema komkujiyeke li dijî mirovayetiyê. Bila berpirsên desthilatê wiha nizanibin ku dê ev ji wan re bimîne. Em vê zilmê ji Tirkiyê û hemû cîhanê re radighînin. Em ê di siberojê de tekez li pêş destûrê û yasayan hesabê wê bipirsin.”