Ahmet Turk: Dixwazin li ser gelê Kurd bandorên xirab bimeşînin
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) deklarsyonek ragehand ku ev deklerasyon heman demê weke nexşerêya HDP û Planên bo pêşerojê jî tê bi nav kirin. Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk dibêje “Bi berdewamî dixwazin bandorên xirab li ser gelê Kurd bimeşînin.”
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar îro, 27/09/2021, li Enqera paytexta Tirkiyê nexşerêya partiya xwe eşkere kirin.
Partiya demokratîk ya Gelan HDP li Enqerê di deklerasyona ku ji 11 maddeyan pêk tê de tekez kir, ew dixwazin bi dirûşma “Tifaqa Demokratîk” rêya xwe bidomînin. HDPê bang li hemû aliyên Tirkiyê jî kir û got “Em li şûna hesabên şexsî û berjewendiyên partîzaniyê, bi aqilekî hevpar û bi hev re siberojê ava bikin.”
Lê yek ji rexne û karvedanên destpêkê ew bûn ku di deklarasyona HDPê de gotinên berê hatine dubarekirin û têra xwe behsa pirsa kurdî nehatiye kirin. Yek ji beşdarên merasima ragehandina deklarsyonê jî dibêje “Di destê me de gopalê Musa Pêxember nîne ku em bikarin bi deklarsyonekê hemû pirsgirêkan çareser bikin”
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk got “Em dixwazin hemû pirsgirekên Tirkiyê û pirsa Kurdan bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bibin. Lê ew Bi berdewamî dixwazin bandorên xirab li ser gelê Kurd bimeşînin û mafê wan negê rojevê.”
Siyasetmedarê Kurd Sirri Sakik dibêje “Ji me re dibêjin `hûn Kurd çi dixwazin` ya rastî dayîkên Kurdan, ciwanên Kurdan daxwazên xwe her roj bi dengekî bilind aşkere dikin. Îro jî em xalekê diyar dikin ka wê pirsa Kurdan çawa çareser bibe.”
HDP di 11 xalên ku di deklarasyonê de hatine rêzkirin weke “Demokrasiyeke bihêz, dadwerîyeke bêalî û serbixwe, îradeya gel û nemana qeyûman, çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêkên Kurdan, dîplomasiyeke aştiyane, azadî û wekheviya jinan, di aboriyê de edalet, di rêvebiriya giştî de liyaqet, parastina jîngehê, jiyaneke azad ji bo ciwanan û makeqanûneke demokratîk” bi nav dike.
Serokê berê yê şaredariya Rezan ya Amedê Zeyat Ceylan got “Hem çareserkirina pirsa Kurd û hem jî ji bo çareser kirina pirsgirêkên demokrasiya Tirkiyê û awayê çareserkirina hemû pirsgirêkan em deklerasyona xwe têr û tijî dibînîn lê pêwîste ku bê zanîn di destê me de asayê Musa nîne.”
HDP di deklerasyona xwe de bi aşkereyî behsa bicihgirtina xwe ya di nava bereyîkî de nake lê HDP dibêje
“Kîjan aliyên civakî û aktorên siyasî li dor van rêbaz û prensîban bixwaze bi me re danûstandin û gotûbêjan bike, em amade ne ku bi wan re bimeşin û têkoşîneke hevpar û rêveberiyeke hevpar ava bikin.”