Kabîneya Tirkiyê dicive: 4 mijar di rojevê de ne

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Serokkomariya Tirkiyê, piştî 3 hefteyan îro li Enqerê dicive. Di rojeva Kabîneyê de ji bilî Coronayê, Afxanîstan, Sûriye û “tekoşîna dijî terorê” hene.

Kabîneya Serokkomariya Tirkiyê, îro li Enqerê bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan dicive. Mijara serekî ya civînê tedbîrên Coronayê ne. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hejmara rojane ya pêketiyên Coronayê gehiştiye sînorê 30 hezaran. Di civîna îro de biryar li ser tedbîrên nû tê dayîn û dê diyar bibe, tedbîrên nû tên wergirtin an na.

Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettin Koca, derbarê rewşa dawî ya Coronayê de dê zanyariyan bide endamên Kabîneyê. Li gor di medya Tirkiyê, piştî Talîbanê rewşa Afxanîstanê û metirsiya koçberan û geşadanên dawî yên li Idlibê jî di rojeva Kabîneyê de ne. Her du mijar jî dê di civînê de bên gotûbêjkirin.

Herwiha, “tekoşîna li dijî terorê” jî di civînê de tê gotubêjkirin. Tê çaverêkirin Erdogan, piştî civîna Kabîneyê, ji medyayê re biaxive.