Kompanya MAK: Rêjeya dengên Hevpeymaniya Cumhur kêm bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiyekê li Tirkiyê rêjeya dengên Hevpeymaniya Cumhur ku ji AK Partî û MHPê pêk hatiye kêm bûye, berevajiya wê rêjeya dengên Hevpeymaniya Millet zêde bûye ku ji CHP û ÎYÎ Partî pêk hatiye û HDPê jî li derveyî hevpeymaniyê piştgiriya wê kiribû.

Kompanya MAK a Rawêjkariyê rapirsiya herî dawî belav kir ku Îlona îsal hatiye kirin.

Li gor encamên rapirsiyê, rêjeya dengên Hevpeymaniya Millet zêde bûye û rêjeya dengên Hevpeymaniya Cumhur jî kêm bûye.

Li ser pirsa “Dengê xwe didî kîjan hevpeymaniyê?”, ji sedî 45ê beşdarvanan dibêjin dengê xwe didin Hevpeymaniya Millet ku ji CHP û ÎYÎ Partî pêk hatiye û HDPê jî piştgiriya wê kiribû, ji sedî 42ê beşdarvanan dengê xwe dane Hevpeymaniya Cumhur ku ji AK Partî û MHPê pêk hatiye. Ji sedî 8ê beşdarvanan ligel wê yekê bûne ku hevpeymaniyeke nû were pêkanîn û rêjeya dengên bêbiryar ji sedî 5 bûye.

Beşdarên rapirsiyê li ser pirsa “Pêwîst e hilbijartina pêşwext were kirin?” ji sedî 41 belê û ji sedî 31 bi nexêr bersiv dane. Rêjeya dengên bêbiryar jî ji sedî 28 bûye.

Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê de ku 24ê Hezîrana 2018ê hatin kirin, AK Partî û MHPê Hevpeymaniya Cumhur û CHP û ÎYÎ Partî Hevpeymaniya Millet pêk anîn. Herçiqas HDP bi fermi neçû nav Hevpeymaniya Millet, lê piştgiriya wê hevpeymaniyê kir.