Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê bavekî 4 zarokên xwe dan ber guleyan, 3 ji wan kuştin û paşê jî xwest xwe bikuje.
Bûyerê li navçeya Bornovayê ya Îzmîrê rû da.
Vesîh Şîmşek (45) 4 zarokên xwe birin baxçeyê zeytûnan û bi demançeyê gule li wan reşandin û paşê jî guleyek berda xwe.
Zarokên wî Cemre, Ceylîn û Nîra mirin. Ew û keça xwe Hîranur birîndar in.
Vesîh Şîmşek beriya ku guleyê berde xwe telefonî xizmekî xwe kiriye û jê re behsa bûyerê kiriye û cihê bûyerê jê re salox daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse