Vê carê jî e-Reçetem: Kurdî dîsa hat piştguhkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê 5 zimanên cuda li sîstema "e-Reçetem"ê zêde kirin lê cih neda Kurdî.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca ragihand ku li pergala e-Reçetemê 5 ziman hatine zêdekirin.

Koca da zanîn ku zimanên Îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî li sîstema e-Reçetemê hatine zêdekirin.

Koca di daxuyaniya xwe ya ku li ser hesabê xwe yê tora civakî belav kir de got:

“Zimanên ku pêvajoya ceribandina wan di pergala e-Reçetemê de bi dawî bû doh danê sibehê dest bi xizmetê kir.

Xizmeta bi zimanên Îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî îro li ser înternetê dest pê kir.”

Nebûna Kurdî ya di sîstema e-Reçetemê de bû sedema nerazîbûnan.

"Gelo hûn jî van pirsan nakin?"

HDPyê li ser hesabê xwe yê tora civakî got:

“Kurdên ku piştgiriyê didin AKPyê, gelo hûn jî van pirsan nakin? Birêz Fahrettin Koca qet nebû tu li zimanê xwe jî xwedî derketibayî.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek caran dema ku ziman li sîsteman tên zêdekirin Kurdî tê piştguhkirin.