Fahrettin Altun: Tirkiye dê bi xwe biryara operasyona Sûriyê bide

27-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê Fahrettin Altun got: “Tirkiye dê biryar bide ku li Sûriyê kengê operasyonê bike.”

Fahrettin Altun, derbarê mijarên siyasî û egera operasyona bo ser Rojava û bakurê Sûriyê bersiva pirsên rojnameya Aftenposten a Norwêcî da.

Altun, li ser pirsa “Tirkiye dê kengê li dijî HSDê operasyonê bike” got: “YPG bi awayên cur bi cur êrîşî artêşa Tirkiyê dike. Tirkiye dê biryar bide ku li Sûriyê kengê operasyonê bike.”

Li ser pirsa “Gelo Tirkiye bêyî razîbûna Rûsyayê dikare dest bi operasyoneke serbazî bike?” Altun got: “Têkiliyên Tirk û Rûsan xwedî dîrokeke kevn û heta bêjî realist in. Tevî ku di gelek qadan de têkiliyên her du welatan baş in, asayî ye ku di her mijarê de lihevkirinek tinebe. Tirkiye di serokatiya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan de li gor berjewendiyê xwe biryarê xwe bi xwe dide. Helbet di navbera dewletan de carinan gotûbêj tên kirin. Lê jib o gavên bên avêtin pêwîstiya Tirkiyê bi destûr û razîbûna kesekî nîne.”

Berpirsên Tirkiyê demên dawî, bi awayekî zêde behsa operasyoneke ser Til Rifet û Minbîcê dikin, ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst