Welatî li ser qedexekirina konser û festîvalan çi difikirin?

Stenbol (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di nava 4 mehên dawî de bi giştî 14 festivalên muzîk û şahiyê hatin qedexekirin. Biryara qedexekirinan ji aliyê Walitiyên bajêr û Qeymeqamiyên navçeyan ve, bi hinceta ku, wê exlaqa civakê têk bibe tên dayîn. Pirî caran hin cemaet, terîqet û komeleyên olî ji festîvalan dibin gilîdar. Di nav lîsteya qedexeyan de çend konserên Kurdî û Festîvala Munzurê jî heye. Her wiha hin şahiyên Rûm û Xiristiyanan jî hatin qedexekirin.

Piraniya civakê, li dijî qedexekirina festîval û şahiyan derdikevin. Lê beşek welatiyên Tirkiyê, bi hinceta ku bi saya festîvalan bêexlaqî çêdibin û ciwan dikevin riyên şaş piştgirî didin biryara qedexekirinê.

Tirkiye demsala havînê bi qedexekirina festîvalan pêşwazî kir. Heta niha 14 festîvalên muzîk û şahiyê hatine qedexekirin. Hin konserên Kurdî yên wek Aynur Dogan jî hatin qedexekirin.

Nêrîna welatiyan li ser qedexekirina konser û festîvalan çi ye?

Welatî Betul got "Li gorî min divê festîval neyên qedexekirin. Ji ber ku em li welatekî azad dijîn, kî dixwaze çi bike azad e.”

Welatî Baykan Savaş dibêje “Festîval ji bo ji bo lihevkirina ciwanan derfetek baş e. Ji bo me temenmezinan jî baş dibe. Mirov tên cem hev û aqûbeta wan zêde dibe. Muzîk li cîhanê zimanê aştiyê ye.”

Welatî Canan anî ziman “Li gorî min li pişt qedexekirinan terîqet hene. Lewra êdî tehemula wan ji şêweya jiyanê re nemaye. Ji loma jî qedexekirina festîvalan midaxeleya azadiya bîr û baweriya mirovan e.”

Biryara qedexekrina konser û festîvalan Walîtî û Qeymeqamî didin. Festîvala Munzurê ya Dêrsimê jî hatibû qedexekirin.

Welatî Fatih diyar kir "Bi giştî qedexekirina festîvalan baş bû. Li gorî min sedem jî ji bo têkbirina exlaqê ye.”

Welatî Fikriye ragihand “Ez fêm nakim ka ji bo çi qedexe dikin. Muzîk rihê mirovan şad dike. Sebeb çi ye, çima qedexe dikin, çi zirara wê heye nizanim. Di vê heyama pandemiyê de jî pêdiviya mirovan bi tiştan wiha heye jixwe.”

Welatî Letîf dibêje “Desthilat ji bo ku dengê xwe zêde bike festîvalan qedexe dike.”

Pirî caran hin cemaet, terîqet û komeleyên olî dibin gilîdar. Hin şahiyên Rûm û Xiristiyanan jî hatin qedexekirin. Mixalefet bi tundî li dijî qedexekirinan derdikevin. Herî dawî stranbêjek ji ber hin gotinên xwe hat girtin.