Turk-Îş: Bihayê xwarinê ji sedî 22 zêde bûye

27-08-2021
RÛDAW
Nîşan Turk-Îş Xwarin Bihabûn.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konfederasyona Sendîkayên Karkeran ya Tirkiyê (Turk-Îş) eşkere kir ku bihayê xwarinê di Tebaxa 2021ê de mehane ji sedî 0,8  salane jî ji sedî 22,78 zêde bûye û bo malbateke 4 kesî sînorê birçîbûnê hatiye 2  hezar û 926 lîrê Tirkî.

Turk-Îş encamên lêkolîna xwe ya derbarê bihayê xwarinê yê Tebaxa 2021ê eşkere kir.

Li gor lêkolînê bo malbateke 4 kes karibin bi tendirust têr bibin, mehane divê 2 hezar û 926 lîreyê Tirk bê xerckirin. Li gel xwarinê bi xerca lixwekirin, kirê, elektrîk, av, hatûçûyin, perwerde, tendirûstî û madeyê sotemeniyê ev hejmar digihêje 9 hezar û 533 lireyê Tirk. Ev jî sînorê  hejartiyê ye. Kesekî ku ne xwedî malbat be, tenê dijî bihayê jiyanê mehane 3 hezar û 572 lîreyê tirk e.

Li gor amarên lêkolîna Turk-Îşê di Tebaxa 2021ê de bihayê xwarinê li gor meha din ji sedî 0,8 zêde bûye.

Di 8 mehên 2021ê de jî rêjeya zêdebûna bihayê xwarinê ji sedî 13 û rêjeya zêdebûna salane jî ji sedî 19,06  hatiye tomar kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst