Wezareta Berevaniya Tirkiyê: 4 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Tiriyê ragihand ku li devera operasyonê ya Pençe-Brûskê di encama operasyonekê de 4 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Berevaniya Tiriyê li ser hesabê xwe yê Twitterê di daxuyaniyekê de ragihand li devera operasyonê ya Pençe-Brûsk ku dikeve nav sînorî axa Herêma Kurdistanê 4 endamên PKKê  canê xwe ji dest dane.

Li hember vê daxuyani Wezareta Berevaniya Tirkiyê heta niha ji liyê PKKê ve ti daxuyani nehatiye dayîn.

Herwiha Wezareta Berevaniya Tirkiyê di 16ê Tebaxê de ragihandibû ku di 15ê Tebaxê de li herema Zap, Metîna, Basyanê di encama teqîna mîneke ku ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatibû bicihkirin, 3 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Li aliyê din firokeyên şer ên Tirkiyê duh 26 Tebaxê de sînorê nahiyeya Mangêşkê li parêzgeha Duhokê bombebaran kirin.

Rêveberê Nahiyeya Mangêşkê, Dîndar Heyder ji Rûdawê re ragihandibû ku di 26ê Tebaxê de demjimêr 11:30 firokeyên cengî yên Tirkiyê, Gelî Erda li sînorê nahiyeya Mangêşkê bombebaran kirine.

Dîndar Heyder diyar kir, “Cihê hatiye bombebarankirin, geliyekî dijwar e û ji cihê nîştecîbûna xelkê sivîl dûr e.”

Tirkiyê bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê, navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran dike, tevî wê yekê, firokeyên şer ên Tirkiyê çendîn caran kûrahiya axa Herêma Kurdistanê jî bombebaran kirine.

Artêşa Tirkiyê ji 23ê Nîsana îsal ve operasyoneke nû di nav axa Herêma Kurdistanê de li dijî PKKê destpê kiriye, ku heta niha jî berdewam e.