Parlamenterên HDPê di dûryanekê de ne; yan zindan an jî mişextî

27-08-2018
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan HDP Parlementer Zîndan Osman Baydemîr Ahmet Yildirim Sibel Yigitalp Nursel Aydogan Faysal Sariyildiz Leyla Birlik
A+ A-

Amed (Rûdaw)  - Li Tirkiyeyê hêj 9 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê di zindanan de ne. Heta niha bi dehan şaredar û bi qasî 15 hezar rêveber û endamên HDPê hatine zindankirin.

 

Gelek parlamenterên HDPê ku derbarê wan de doz hatine vekirin, ji bo ku neyên zindankirin Bakurê Kurdistanê terk kirin û berê xwe dan welatên Ewropayê. Osman Baydemîr,  Ehmed Yildirim û Leyla Bîrlîk hin ji van parlamenteran in ku ji bo neyên zindankirin neçar man biçin welatekî din.


Parlamenter û siyasetmedarên HDPê, niha di dûryanekê de ne; yan zindan an jî mişextî ango nefî.


Ji ber dorpêça dadgehan û qanûnên ku ev 3 sal in hatine derxistin, di serî de hevserokên berê yên HDPê Selhattin  Demirtaş û Fîgen Yuksekdag, hêj 9 parlamenter di zindanan de ne. Gelek ji wan ji bo neyên zindankirin, welatê xwe terk kirin û berê xwe dan Ewropayê. Osman Baydemîr, Ahmet Yildirim, Sibel Yigitalp, Nursel Aydogan, Faysal Sariyildiz, Leyla Birlik û hêj gelek parlamenterên berê ji bo neyên girtin çûne Ewropayê.


Derbarê gelek parlamenterên nû yên HDPê de jî doz hatine vekirin. Yek ji van parlamenteran jî Selçuk Mizraklî ye. Ew dibêje dewlet du rêyên ji hev xirabtir daniye  daniye pêşiya wan lê ew dê tu caran dev ji têkoşîna xwe ya siyasî bernedin.


Derbarê vê mijarê de Parlamenterê HDPê yê Amedê Selçuk Mizraklî ji Rûdawê re wiha got: “HDPiyan dişînin sirgûnê. Nefî dikin. Yan jî davêjin zindanan. Yan zindan an jî nefîkirin dane pêşiya me. Ev pir eşkera ye. Gelek parlamenter, şaredar, rêveberên partiya me di zindanan de ne. Lê digel her tiştî jî em weke HDP dibêjin, em dê dev ji têkoşîna demokrasî, hiqûq, edalet û aştiyê bernedin. Em dê têkoşîna xwe di hemû qadên jiyanê de berdewam bikin.


Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Amedê Abdullah Zeytun jî zextên li ser HDPiyan weke dorpêçek bi nav dike û dibêje ev yek li dijî derbirina azadaya ramanê ye.


Li ser heman mijarê Serokê ÎHDa Amedê Abdullah Zeytûn jî wiha axifî: “Ev demeke dirêj e Tirkiye di hêla demokrasî û mafên mirovan de di rewşeke gelek xirab de ye. Bê guman ev yek bandoreke xirab li ser siyasetê jî dike. Gelek parlamenter, siyasetmedar û şaredar ji ber siyasetê di zindanan de ne. Ji ber vê yekê gelek ji wan neçar dimînin ku berê xwe bidin derveyî welat. Ev diyardeyeke pir berbiçav e ku li Tirkiyeyê rêya siyasetê hatiye girtin.


Di nava 3 salan de 15 hezar rêveber û endamên HDPê û DBPê hatin zindankirin. Li Tirkiyê 328 zindan hene û niha hejmara girtiyan nêzî 250 hezar kes e. Wisa bûye ku êdî zindanên heyî têra hejmara girtiyan nakin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst