ŞIRNEX – Ew Fermandar jî hate girtin

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya jêpirsîne li hember rêxistina Cemaeta Gûlen de, Fermandarê Jendermeyan a Şirnexê Samî Oztûrhan hate binçavkirin.

 

Li gorî nûçeyên medya Tirkiyê, di çarçoveya jêpirsîna li ser hewldana darbeya li Tirkiyê, Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê derbarê Fermandarê Jendermeyan a Şirnexê Samî Oztûrhan de biryara binçavkirinê derxist.

 

Hate gotin ku Oztûrhan hatiye girtin û li Rêveberiya Ewlekariya Şirnexê lêpirsîna wî berdewam dike.

 

Duh êrîş hatibû kirin

 

Hêjayê gotinê ye ku duh li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi otomobîleke bomberbarkirî êrîşê Rêveberiya Polîsan hatibû kirin û di encamê de 11 polîs miribûn, 78 kes jî birîndar bibûn.

 

PKKê berpirsiyariya êrîşê lixwe girtibû.