Ahmet Davutoglu bû Serokê Giştî yê AK Partiyê

27-08-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw) – Di 1em Kongreya Awarte ya AK Partiyê de, Ahmet Davutoglu Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bi hezar û 382 dengan bû Serokê Giştî yê AK Partiyê.

 

Yekem Kongreya Awarte ya Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) li Enqerê di Salona Werzişe ya Arenayê de bi yek rojevê hate lidarxistin. Dengdana bo hilbijardina serokatiya partiyê bi dawî bû.

 

Serokê Dîwana Kongreyê Haluk Ipek got, hejmartina dengan bi dawî bûye û spasiya xwe desteya hilbijartina navçeyê bo ku bilez tevgerîne nîşan da.

 

Ipek got, di hilbijartinê de hezar û 388 deng hatine bikaranîn û jiwan 6 deng nehatiye qebûlkirin û domand, “Li gorî van encaman, Wezîrê Karên Derve û parlementerê Konyayê birêz Ahmet Davutoglu bi hezar û 382 dengan wek Serokê Giştî yê AK Partiyê hatiye hilbijartin.”

 

 Piştî aşkerakirina encamê Davutoglu axaftina spasî kir û got, “Armanca yekem hilbijartinên 2015ê ne. Em dê ji hilbijartinên 2015ê bi hêzeke mezin ku bikaribin destûra bingehîn biguherînin derkevin. Ez di vê baweriyê de me.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst