Parlamenterê AK Partiyê dê biçe serdana girtiyên Doza Parka Geziyê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê destûr da ku Tugrul Turkeş biçe serdana girtiyên Doza Parka Geziyê.

Parlementerê AK Partiyê û Serokê Delegasyona Tirk a li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Tugrul Turkeş ragihand ku ew dê biçe serdana girtiyên Doza Parka Geziyê Osman Kavala, Tayfun Kahraman, Can Atalay û Çigdem Materê.

Tugrul Turkeş li ser hesabê xwe yê Xê got:

“Derbarê serdana girtiyên Doza Parka Geziyê, Wezareta Dadê bi awayekî devkî bersiva daxwaza me daye. Em dê di demek nêzîk de biçin serdana.”

Hefteya borî Tugrul Turkeş serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da û xwest bi karsazê girtî yê Doza Geziyê Osman Kavala û girtiyên din ên heman dozê re hevdîtinê bike.

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç derbarê serdanê de got, "Em di qonaxa nirxandinê de ne, em dê biryara pêwîst bidin."