Stenbol - Bi hinceta stran û gerandina govendê 13 kes hatin desteserkirin

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Stenbol Stranên Kurdî Govend Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 7 navçeyên parêzgeha Stenbolê bi hinceta ku govend gerandine û “propagandaya PKKyê” kirine 13 kes hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku tîmên girêdayî Rêveberiya Şaxa Rûbirûbûna Terorê ya Stenbolê derbarê dîmenên li navçeyên Arnavutkoy û Esenyurtê de ku li kolanê govend tê gerandin û li Gaziosmanpaşa jî di şahiya dawetê de ligel govendê drûşm hatine gotin de lêkolîn kirine.

Hêzên ewlehiyê tohmeta drûşmên piştgiriya Serokê PKKyê li 7 navçeyan bi ser 24 navnîşanan girtiye.

Di encamê de 13 kesên di wan dîmenan de hatine desteserkirin.

Herwiha ragihandin derbarê dîmenê jinekê de ku di nav otomobîla xwe de stranên rêxistinê guhdarî kiriye jî lêkolîn hatiye destpêkirin.

Kar û barên yasayî yên 13 kesên hatine desteserkirin berdewam e.

Di van çend rojên dawî de li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hince stranên Kurdî û govedan gelek kes hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst