Erdogan û Esed dê kengî û li kû derê bicivin?

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku dê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Sûriyeyê di Tebaxê de bicivin.

Li gorî Rojnameya Tirkiyeyê, hat îdiakirin îstîxbarata her du welatên ku pêvajoya normalîzebûnê ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de dimeşînin di meha dawî de 3 hevdîtinên krîtîk pêk anîne.

Li gorî çavkaniyên Enqereyê, dibe ku hevdîtin di her kêliyê de pêk were, tê îdiakirin ku pêvajo bi lez pêş de diçe û her du serok wê herî dereng di meha Tebaxê de bicivin.

Li gorî îdiayan, Enqere ji bo cihê hevîtinê Deriyê Sînorî yê Kesepê yê navber Tirkiye û Sûriyeyê dinirxînê.

Erdogan hefteyên gotibû ku dibe ku Esed li Tirkiyeyê bê mazûvanîkirin an jî civîn li welatekî sêyemîn bê lidarxistin.

Îraqê jî pêşniyar kir ku hevdîtin li paytexta wan Bexdayê bên kirin.

Herwiha tê gotin ku hevdîtina Erdogan-Putin a ku demekêyê tê bipaşxistin û dibe ku paralelî wê jî hevdîtina Erdogan-Esed pêk were.

Hat destnîşankirin ku dibe ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî tevlî vê civînê bibe.