Li Çanakkaleyê jî agir bi daristanê ket

27-07-2023
RÛDAW
Nîşan Çanakkale Agir Daristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hatina germê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rojane agir bi daristanan dikevin û bi hezaran donim zevî û dar û ber dişewitin.

Şevê din saet 22.30an li parêzgeha Çanakkaleyê ya Tirkiyê agir bi daristanê ket.

Heta niha jî xebatên vemirandina agir ji bejahî û hewayê didomin. 

Agir li nêzîkî gundê Saribeyliyê yê Çanakkaleyê bi daristanê ket û heta niha nayê zanîn ka ji ber çi derketiye.

Li ser agadarkirinê tîmên Parastina Şaristaniyê û Rêveberiya Herêmî ya Daristanan û gelek otomobîlên agirvemirandinê çûn cihê şewatê.

Li gor agahiyan, ji şevê din ve û heta serê sibehê tîman ji bejahiyê midaxeleyî agir kir û vê sibê jî ji hewayê ve kar û xebatên vemirandina agir hatin destpêkirin.

Li gel hemû hewldanan jî agir her ku diçe ber bi nêzîkî gund û cihê niştecîbûnê ve berbelavtir dibe.

Tê gotin ku ji ber agir li devereke çiyayî ya asê bi darsitanê ketiye, vemirandin zehmet bûye.

Di heman demê de sê roj in daristana navçeya Kemerê ya Antalyayê jî dişewite.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst