Li Tirkiyê ji bo girtiyên nexweş projeyasayeke nû tê amadekirin

27-07-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Girtiyên Nexweş Eren Keskîn Ozturk Turkdogan Bekîr Bozdag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî raporeke komeleya mafê mirovan hê jî li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 1605 girtiyên nexweş hene û 11 ji wan nexweşiya seretanê girtine. Li gorî heman raporê rewşa derdora 600 girtiyan giran e. Wezîrê Dadê yê Tirkiyê jî ragihand ku ew dê di rojên pêşiya me di derbarê girtiyên nexweş de û ew girtiyên ku nikarin jiyana xwe li girtîgehê derbas bikin di nav hewldan û amadekariyan de ne.

Çalakiyên komeleyên mafê mirovan û malbatên girtiyên nexweş berdewam in. Li gorî amarên komeleya mafê mirovan li Girtîgehan 11 jê nexweşên seretanê bi giştî 1605 girtiyên nexweş hene. Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag jî ragehand ku ji bo azadkirina beşek girtiyên nexweş û başkirina rewşa girtiyan wezaret amadekariya projeyasayekê dike.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag got “Li Girtîgehan girtiyên nexweş hene beşek ji wan hemwelatiyên me ne beşek din jî bêyanî ne. Me biryar daye ku rojên pêşiya me di derbarê girtiyên nexweş de em xebateke nû bikin.”

Hikûmeta Tirkiyê heta niha di derbarê projeyasayê de peywendî bi komeleyên mafê mirovan û aliyên din yên peywendîdar nekiriye lê gorî pêşbiniya komeleya mafê mirovan eger yasa were amadekirin dibe ku hezar heta 2 hezar girtî werin azadkirin.

Serokê Komeleya Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan dibêje “Pêwîstî bi guhertineke yasayekê heye û pêwîste bê kirin. Dibe ku hindek girtiyên nexweş werin azadkirin lê hejmara wan dê kêm be. Herî zêde çend hezar girtî dê werin azadkirin, ji ber ku girtiyên ku raporên nexweşiya giran hene tenê çend hezar kes in. Li gorî rapora me derdora 600 nexweşên giran hene, lê dibe ku hejmara wan çend qat ji wê zêdetir be, wate herî zêde 2 hezar, 2 hezar 500 kes dikarin azad bibin.

Li gorî raporên çalakvanên mafê mirovan û saziyên peywendîdar rewşa 600 ji girtiyên nexweş di bin metirsiyê de ye û pêwîstî bi çareseriyeke lezgîn heye.

Çalakvana Mafê Mirovan Eren Keskîn destnîşan kir “Li Tirkiyê pirsgirêkeke sereke ji bo girtiyên nexweş mijara bijîşkî ya dadî ye. Ji ber ku biryar di derbarê girtiyan de li gorî raporên vê saziyê tê dan û saziya dadî jî bixwe sazîyeke fermî û girêdayî îradeyeke siyasî ye, ji ber em dibêjin pêwîste raporên saziyên serbixwe û nexweşxaneyan yên di derbarê girtiyên nexweş jî werin qebûlkirin.

Li gorî rapora komeleya Mafê Mirovan a sala 2021an 14 girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî raporan sedema sereke ya nexweşbûna girtiyan şert û mercên xirab yên girtîgehan e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst