Akar: Mexmûr û Şingal ne li derveyî armancên me ne

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê da xuyakirin ku ew derbarê Mexmûr û Şingal de li gel Bexda û Hewlêrê di gotûbêjan de ne û diyar kir, operasyonên wan li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê jî berdewam in.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê, Hulusî Akar roja Duşemê 26ê Tîrmehê tevî Sererkanê Tirkiyê Yaşar Guler û Fermandarê Hêzên Bejayî Omit Dundar serdana baregeha navendî ya Fermandariya Pêşkeftî ya Duyem a Artêşê û baregeha serekî ya Fermandariya Firqeya Piyade ya Mekanîze ya Şeşm li ser xeta sînor kir, ku şandin û birêvebirina yekîneyên artêşa wî welatî li bakurê Sûriyê lê tê encamdan.

Hulusî Akar di civîneke li gel efserên pilebilind ên artêşa Tirkiyê de, da xuyakirin, “Operasyonên me li navçeyln Sînat-Heftanîn, Metîna, Zab, Avaşîn-Basiyan, Xakurk, Gare, Qendîl, Asos, Mexmûr û Şingalê berdewam in.”

Derbarê Mexmûr û Şingalê de, Akar got, “Em bi Bexda û Hewlêrê re gotûbêjan dikin û ji nêzîk ve çavdêriya pêşhatan dikin.”

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê diyar kir, “ti yek ji wan navçeyan, li derveyî armancên me nebûne. Heta bê bandorkirina terorîstê herî dawî, ew rûbirûbûn dê berdewam be.”

Têkildarî kuştina du serbazên artêşa Tirkiyê li navçeya Operasyona Mertala Firatê li bakurê Sûriyê, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê destnîşan kir, “Piştî êrişê me operasyona pêwîst pêk anî. Heta niha bi giştî 12 terorîst hatine kuştin. Em bawer dikin ku ev hejmar dê di rojên bê de bilind bibe.”

Hulusî Akar da xuyakirin ku operasyona wan li navçeyên rojhilat û rojavayê Firatê dê berdewam bin.

Akar dema ku qala Rojava û Sûriyê kir, got, “Hin welatan li gor xwe hin hesabên xwe hebûn. Hêzên çekdar ên Tirk van hesaban têk birin. Çi li rojhilat û çi jî rojavayê Firat be, têkoşîna me berdewam dike û dê bidome.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê di berdewamiya axavtina xwe de ragihand, “YPG her heman PKK ye, tu divê kor bî ku nebînî ew bi hev re ne û yek in. Di vê wateyê de, em hêvî dikin ku hevalbendên me çavên xwe vekin, vê yekê bibînin û ji vê korbûnê xelas bibin.”

Akar destnîşan jî kir, têkoşîna li dijî PKKê li Herêma Kurdistanê jî dê berdewam be.