Tirkiyê biraziya Salih Muslim bi merc azad kir

27-07-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Daliya Mehmûd Muslim Biraziya Salih Muslim Tirkiye Mêrsîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Biraziya hevserokê berê yê PYD Salih Muslim, Daliya Mehmûd Muslim ku li bajarê Mêrsînê xwe radestî hêzên Tirkiyê kiribû, îro bi merc hat berdan.

Li gor medyaya Tirkiyê, Daliya Mehmûd Muslim îro ji aliyê Dadgeha Mêrsînê ve bi mercên dadî hatiye berdan.

Berdana Daliya piştî wê yekê tê ku ew 12 roj bûn lêpirsîn û lêkolîn pê re dihat kirin.

Daliya Mehmûd Muslim roja 15ê Tîrmehê li bajarê Mêrsînê li başûrê Tirkiyê, xwe radestî hêzên polîsên Tirkiyê kiribû.

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de, Daliya Mehmûd Muslim li dadgehê di 25 rûpelan de îfadeya xwe daye û berevanî li xwe kiriye.

Ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê, Anadoluyê pêştir ragihandibû, “Daliya ya 21 salî di yekemîn lêkolînan de li xwe mikur hatiye ku biraziya Salih Muslim e û pasevana nêzîk a Gulten Altaş (Esma Samûr) bûye ku navê wê di kategoriya sor a Lîsteya Terorê ya Tirkiyê de ye.”

Di destpêkê de, hin dezgehên medyayî bi qestî wiha belav kirin, ku biraziya Salih Muslim ji aliyê Herêma Kurdistanê ve radestî Tirkiyê hatiye kirin, lê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê roja 20ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand û ew tomet bi tevahî red kirin.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihandibû ew nûçe “hewleke xapandinê ye bo veşartina rastiya mijarê.”

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê herwiha diyar kiribû, ku Daliya bi xortekî ji Bedlîsê re yê bi navê Selamî Remezan re ku endamekî YPG bûye, peywendiyeke evîndariyê hebûye û bi qaçaxî ji Başûrê Kurdistanê derbasî Tirkiyê bûye û roja 15ê Tîrmehê xwe radestî hêzên polîs ên wî welatî kiriye.

Têkildarî bûyerê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê roja 21ê Tîrmehê jî daxuyaniyek din weşandibû û têde behsa hûrgiliyên çûna Daliya bo Tirkiyê û xweradestkirina wê kiribû.

Apê Daliya Mehmûd Muslim ê bi navê Muslim Muslim jî roja 21ê Tîrmehê beşdarî bulteneke Rûdawê bûbû û ragihandibû, ew Herêma Kurdistanê tawanbar nakin.

Apê Daliya gotibû:“em qet Herêma Kurdistanê di girtina Daliyayê de tometbar nakin û tiştên li ser medya û sosyal medyayê tên gotin, malbata me eleqedar nakin”.

Apê Daliyayê tekez kiribû, “em daxwaz dikin birayên me yên li Başûr lêkolînê bikin û hevkariya me bikin, daku belke Daliya were berdan.”

Birayê heverokê berê yê PYDê, Bavê Kalê herwiha dabû xuyakirin, Salih Muslim di derbarê bûyera Daliya de, ti daxuyanî nedane

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst