Amarên hewldana darbeya leşkerî

Navenda Nûçeyan – Artêşa Tirkiyê amarên hewldana darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê diyar kir.

Serfermandariya Artêşa Tirkiyê derbarê amarên kes û tank û wesayîtên beşdarî hewldana darbeya leşkerî bûnê de daxuyanî da.


Hat gotin 8 hezar û 651 kes tevlî tevgera darbeyê bûne.


Li gor daxuyaniyê amarên hewldana darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê ev in:


-Jê 74 tank bi temamî 246 wesayîtên zirxî hatine bikaranîn.


- Ji sedî 1,5 personelên Artêşa Tirkiyê tevlî bûn.


-35 firokeyên şerî û 37 helîkopter hatine bikaranîn.


-3 keştî û 3 hezar 992 çek hatine bikaranîn.


-Hezar û 676 leşkerên bêrutbe û hezar û 214 xwendekarên leşkerî û bi giştî 8 hezar û 651 personel tevlî hewldana darbeyê bûne.