Parlamentoya Tirkiyeyê dê derasayî bicive

27-07-2015
RÛDAW
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Îsmet Yilmaz li ser daxwaza CHPê bang kir ku Desteya Giştî ya parlamentoyê derasayî bicive.

 

Îsmet Yilmaz li ser daxwaza CHPyê bang kir ku Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê di 29ê Tîrmehê roja çarşemê di saet 15.00an de derasayî bicive.

 

Beriya niha her sê cigirê serokên Feraksiyona CHPyê li Parlamentoya Tirkiyeyê Levent Gok, Engîn Altay û Ozgur Ozel pêşniyaznamek derbarê sedemêm bûyerên terorê yên ku aştiya civakî tehdît dike pêşkêşî Serokê Parlamentoyê kiribûn da ku lêkolîn ser bûyerên terorî were kiri.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst